Îraqê mirina dû kesên din bi sedema Koronayê ragehand
Îraqê dû haletên din yên mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê li dû parêzgehan ragehand, bi vê yekê jî hejamra kesên bi sedema evê derdê canê xwe ji destdane gehişte 6 kesan.
K24- Hewlêr
Îraqê dû haletên din yên mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê li dû parêzgehan ragehand, bi vê yekê jî hejamra kesên bi sedema evê derdê canê xwe ji destdane gehişte 6 kesan.
Wezareta Tenduristî û Jîngeha Îraqê di daxuyanîyekê de, ev nûçe piştras kir û aşkera kir, ku tûşbûyrk ji parêzgeha Mîsan û yek din jî li parêzgeha Babil bi sedema evê derdê canê xwe ji dest dane.
Bi vê yekê jî, hejmara wan kesên bi sedema Vayrosa Koronayê li Îraqê canê xwe ji dest dane gehişte 6 kesa, ku helatek li Silêmanîyê bûye, dû halet li Bexda, yek li Kerbela û yek jî li Mîsan bûye.