Li Îraqê 6 haletên din yên tûşbûnê bi Koronayê hatin tomarkirin
Wezareta Tenduristî û Jîngeha Îraqê tomarkirina 6 haletên din yên Koronayê li 6 parêzgehan ragehand.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristî û Jîngeha Îraqê tomarkirina 6 haletên din yên Koronayê li 6 parêzgehan ragehand.
Seyif Elbedir, gotebêjê Wezareta Tendûristîya Îraqê di beynnameyekê de aşkera kir, taqîgehên navendîyên wezaretê tûşbûna 6 kesên din bi Vayrosa Koronayê piştrast kir li her yek ji parêzgehên Mûsena Enbar, Dîqa, Necef, Bexda û Mîsan yek halet hatîye tomarkirin.
Di dirêjîya baynnameyê de, Elbedir tekez kirîye, bû berengabûna Vayrosa Koronayê Wezareta Tenduristîyê tevaya rêkaran li gor rênimayên nêvdewlet girtîne ber.
Piştî tomarkirina evan 6 haletan hejamara tûşbûyên evî derî li Îraqê gehişte 64 kesan û ji evê hejmareyê heya niha 6 kesan canê xwe ji dest dane.