Li Herêma Kurdistanê sê haletên nû yên tûşbûna Koronayê hatin tomarkirin
Wezareta tenduristîya Herêma Kurdistanê di beyannameya xwe de ya hejmare 11 ya evro ragehand, sê hevwelatîyên din li Herêma Kurdistanê tûşî Vayrosa Koronayê bûn e.
K24- Hewlêr
Wezareta tenduristîya Herêma Kurdistanê di beyannameya xwe de ya hejmare 11 ya evro ragehand, sê hevwelatîyên din li Herêma Kurdistanê tûşî Vayrosa Koronayê bûn e.
Di beyannameyê de hatîye, hejamra hevwelatîyên hatîne korentîne kirin 2918 kesin li 31 cihên cuda, ku niha tenê 1128 hevwelatî di korentînê de mane û 1790 hevwelatî derkevtin e û vegeyane nav malbatên xwe.
Herweha di beyannameyê de hatîye, di dema 24 demjimêrên burî de, pişkinîn bo 56 gumanlêkirîyan hatîye encamdan, li Hewlêr bo 37 kesan, Silêmanî 18 kes û Dihok yek kes. Di nav evan kesan de, sê hevwelatî derencama pişkinîna taqêgehîya wan erênî bûye û helgirên Vayrosa Korona ya nû Covîd-19 ne, ku yek ji wan jineke temen 52 salîye û xwîşka tûşbûya duhî ya bajarê Hewlêrê ye û ji Îran vegerîyane û di Korentîne de bûn. Herdû kesên din jî zelamin, yek ji wan temen 53 salîye û ji Îranê vegerîya bû û hatibû korentînekirin û yê sêyem jî, berkevtîyê tûşbûyê bajarê Silêmanîyê bû ku canê xwe ji dest dabû.
Herweha hatîye, hejamara tevaya helgirên Vayrosa Korona ya nû COVÎD-19 li Herêma Kurdistanê 13 kesin û di nav wan de 1 kes mirîye û yek nexweş bi temamî çak bûye û hemû jî li jêr çavdêrua pizîşkî ne û rewşa tenduristîya wan cêgîre.
Herweha wezaret dûpat dike ku pêwîste hevwelatî pabendê rênimayên tenduristî bin û xwe ji cihên qelebalix dûr bikin.