Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê çend biryarên nû derkirin
Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê ji ber metirsiyên belavbûna vîrusa Korona çend biryar derkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê ji ber metirsiyên belavbûna vîrusa Korona çend biryar derkirin.
Li gor daxuyaniyeke Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê, ji bo parastina welatiyan ji vîrusa Korona, çend biryarên nû derkirin.
- Hawirdekirina ajelên zindî û firindeyan û hemû berhemên wan bi awayekî neasayî ji welatên derdorê hatin qedexekirin.
- Hawirdekirina cergên mirîşkan û hemû cureyên qîmeyan hatin qedexekirin.
- Hawirdekirin û pêşandana ajel, firînde û masiyên ciwaniyê li cihên giştî û qerebalix û li nava bazarên Kurdistanê hatin qedexekirin.
- Serbirîna ajelan li derveyî serbirînxaneyên fermî hat qedexekirin û pêwîst e ajelên serbirî mora fermî ya serbirînxaneya fermî lê ser hebe.
S. B