Îran.. Hejmara kesên bi Korona canê xwe jidest dane zêde dibe

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 43 kesên din li wî welatî ji ber vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 43 kesên din li wî welatî ji ber vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanoş Cihanpor ragihand, di heyama 24 demjimêrên bûrî de 43 kesên din li Îranê ji ber vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane, bi vî rengî hejmara miriyên Koronayê gihîştiye 273 kesan.

Cehanpûr da zanîn, ji duhî de heta îro 595 kesên din tûşî vîrusa Korona bûne, bi vî rengî hejmara berkeftiyan jî gihîştiye 7 hezar û 161 kesan.

Bi gotina wî berpirsê Îranî, heta niha 2 hezar û 349 kes jî ji nexweşiyê çak bûne.

 

S. B