Li Iraqê kesekî din bi sedema Korona canê xwe jidest da

Parêzgarê Besrayê ragihand, li Besrayê kesekî bi sedema vîrusa Korona canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Besrayê ragihand, li Besrayê kesekî bi sedema vîrusa Korona canê xwe jidest da.

 Parêzgarê Besrayê Es'ed Îdanî aşkere kir, kesê canê xwe jidest daye bi temenê wî 75 salî ye û ji Îranê vegeryabû Iraqê.

Ev di demekê de ye, pêştir ti haleteke tûşbûna Korona li Besrayê nehatibû tomarkirin.

Li gor amarên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, heta niha 64 kes li tevahiya Iraqê tûşî vîrusa Korona bûne û 6 kesan jî canê xwe jidest dane.

Li Herêma Kurdistanê jî, heta niha 13 kes tûşî vîrusa Korona bûne, ji nava wan kesekî canê xwe jidest daye, nexweşek jî bi tevahî baş bûye û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne û rewşa wan cîgir e.

 

S. B