Ednan Mizrakli bi 9 sal û 4 meh zindanîkirinê hat siza dan
Şaredarê Diyarbekrê Ednan Selçûk Mizraklî bi 9 sal û 4 meh sizaya zîndanê hat sizadan

K24 – Navenda Nûçeyan
Şaredarê Diyarbekrê Ednan Selçûk Mizraklî bi 9 sal û 4 meh sizaya zîndanê hat sizadan.
Hevşaredarê Diyarbekirê Ednan Selçûk Mizraklî ku heşt meh berê hatibû dûrxistin û şûna wî qeyum hatibû danîn, bi 9 sal û 4 meh û 15 roj sizaya zîndanîkirinê hat sizadan.
Mizraklî piştî jikardûrxistinê, 22'ê Cotmeh a 2019an hatibû zîndanîkirin.
Mizraklî bi endamtiya rêxistina terorê dihat tometbarkirin û dozgerê Komarî, daxwaza 15 sal sizaya zîndanîkirinê dikir.
C.B