Sê haletên din yên Koronayê li Mosko hatin tomarkirin
Hikumeta Rûsya ragehand, evro Dûşembîyê sê haletên nû yên tûşbûnê bi Koronayê li Mosko hatîne tomarkirin.
K24- Hewlêr
Hikumeta Rûsya ragehand, evro Dûşembîyê sê haletên nû yên tûşbûnê bi Koronayê li Mosko hatîne tomarkirin.
Li gor amara fermî, hejmara tûşbûyên Koronayê li Rûsya gehişte 20 kesan.
Şane ya Berengarbûna Kirîzên Taybet li Rûsya ragehand, ew sê hevwelatî yên Rûsya serdana Îtalya kiribûn û di heftîyên bûrî de li wî welatî bûne.
Kesên tûşbûyî hatîne veguhaztin bo nexweşxaneyê û li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.