Emerîka dixwaze hejmareka berpirsên Îraqê bixe di lîsata sizayan de

Çavakanîyekî aşkera kirîye, Waşintun sixwaze hejmareka berpirsên Îraqê bi sedema reftarên wan li gel xwenîşanderan.

K24- Hewlêr

Çavakanîyekî aşkera kirîye, Waşintun sixwaze hejmareka berpirsên Îraqê bi sedema reftarên wan li gel xwenîşanderan.

 Çavakanî dibêje: Raporta heftîya bûrî ya Neteweyên Yekgirtî, egera wê yekê zêde kirîye ko komeka kesê Îraqî yên dest hebûne di kuştin,revandin û lêdana xwenîşanderan bixe nav lîsta sizayên Emerîkayê û ji wan jî berpirsên payebilind jî têde hene.

Li gor Raportê: Komeka çalakvanên Emerîkî jî  hewli didin dadgeha tawanên nêvdewletî evê dosêyê bi xwe re bigire.

Di raportê de hatîye: hinek alîyên sîyasî yên Îraqê, balyozxaneya Emerîkayê bi vî karî tuhmetbar dikin û dibêjin Emerîkayê dest di nivîsîna evê raporta Neteweyên Yekgirtî de hebûye û evê yekê jî mebestên sîyasî li pişt in.

Li gor raportê be, ewên ku navên wan bo lîsta sizadanê hatîne amadekirn zêdetir ji 20 kesatîyên Îraqê ne.