Li Efrînê otombîleke din hat teqandin

Li bajarê Efrînê teqînekê rû da û di encamê de kesek birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Efrînê teqînekê rû da û di encamê de kesek birîndar bû.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro bombeyek ku di otombîlekê de hatibû çandin, li nava bajarê Efrînê li ser riya Cindirêsê teqiya.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de kesek birîndar bûye.

Pêr jî li kolana Siyasiyê ya nava Efrînê bombeyek ku di otombîlekê de hatibû çandin teqiya û kesekî canê xwe jidest dabû û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an her car teqîn li Efrînê rû didin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.

 

S. B