Keseke din li Silêmaniyê tûşî vîrusa Korona bû

Haleteke din a tûşbûna bi vîrûsa Korona li bajarê Silêmaniyê hat tomarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Haleteke din a tûşbûna bi vîrûsa Korona li bajarê Silêmaniyê hat tomarkirin.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê îro danê sibê li ser twîtera xwe ragihand, li bajarê Silêmaniyê keseke din bi vîrusa Koronayê ketiye.

 

Ew kesa tûşî vîrusê bûye, keçeke 19 salî ye û bavê wê pêştir tûşî wê vîrusê bûye.

Niha hilgirên vîrusa Koronaya nû COVID-19 li Herêma Kurdistanê tenê (15) kes in, ji nava wan kesekî cane xwe jidest daye, nexweşek bi temamî baş bûye û ewên din di bin çavdêriya tenduristî de ne û rewşa wan cîgar e.

 

 

S. B