Hejmara tûşbûyên bi Korona li Rojhilatê Kurdistanê aşkere bû

Li gor dawî amarên Wezareta Tenduristiyê yê Îranê, li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, 361 haletên tûşbûna bi vîrusa Korona hatine tomarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor dawî amarên Wezareta Tenduristiyê yê Îranê, li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, 361 haletên tûşbûna bi vîrusa Korona hatine tomarkirin.

Li gor amarên fermî, li parêzgeha Loristanê 151 halet, li Ormiyê 69, li Sinê 66, li Kirmanşanê 44 û li Îlamê jî 31 haletên tûşbûna bi vîrusa Korona hatine tomarkirin.

Amarên ne fermî jî behsa wê yekê dikin, ku li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 31 kesan ji ber wê vîrusê cane xwe jidest dane.

Ev yek di demekê de ye, li Îranê 7 hezar û 161 kes tûşî vîrosa Korona nû COVID-19 bûne û ji wan jî 237 kesan cane xwe jidest dane.

 

S. B