Hejmara kesên li Îran tûşî Korona bûne 8 hezar derbas kir

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê aşkere kir, hejmara tûşbûyên bi vîrusa Korona li wî welatî 8 hezar derbas kir û nêzîkî 300 kesî jî cane xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê aşkere kir, hejmara tûşbûyên bi vîrusa Korona li wî welatî 8 hezar derbas kir û nêzîkî 300 kesî jî cane xwe jidest dane.

Di nûtirîn amar de Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de, 54 kesan bi vîrusa Korona cane xwe jidest dane.

Li gor wê amarê, hejmara kesên tûşî vîrusa Korona bûne gihîşt 8 hezar û 42 kesan û 291 kes jî cane xwe jidest dane.

 

S. B