Tenduristîya Hewlêrê: Tenê çar heletên Koronayê hatîne tomarkirin

Dr. Dilovna Mehemed, rêveberê Tenduristîya Hewlêrê di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, çar haletên Koronayê li Hewlêrê hatîne tomarkirin û nexweşxane û tîmên pizîşkî di amadebaşyê de ne.

K24- Hewlrê

Dr. Dilovna Mehemed, rêveberê Tenduristîya Hewlêrê di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, çar haletên Koronayê li Hewlêrê hatîne tomarkirin û nexweşxane û tîmên pizîşkî di amadebaşyê de ne.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku hatîye daxwazkirin li nexweşxaneyên taybet beha bête kêmkirin daku hevwelatî bikarin serdana wan nexweşxaneyan bikin.

Daxwaz ji hevwelatîyan jî kir, heke bo karên pêwîst nebe, hevwelatê serdana nexweşxaneyan nekin û hevwelatî bi hemû awayekê xwe ji cihên qelebalix dûr bikin û neçin seyrangehan jî.

Tekez jî kir, Data tenê ji alîyê wezareta tenduristîyê ve, dihêne belav kirin û tenê ew Data fermî û duristin.