Beyannameyek ji Wezareta Tenduristîya Îraqê ve
Taqîgehên Fermangeha Tenduristîya Giştî ya ser bi Wezareta Tenduristîya Îraqê çêvebûn 15 tûşbûyên Vayrosa Koronayê ragehand.
K24- Hewlêr
Taqîgehên Fermangeha Tenduristîya Giştî ya ser bi Wezareta Tenduristîya Îraqê çêvebûn 15 tûşbûyên Vayrosa Koronayê ragehand.
Di beyannameyekê de, Seyîf Bedir, gotebêjê Wezareta Tenduristîya Îraqê aşkera kir, heya niha 15 kes ji tûşbûyên Vayrosa Korona çêvebûne, bi vî awayî:
11 halet li Bexda, ku 7 ji wan ji dever Kerx in û 4 haletên din jî li alîyê Rusafe ya wî bajêrî ne.
4 halet li parêzgeha Kerkûkê.
Di dawî ya beyannameyê de hatîye: Wezareta Tenduristî û Jîngeha Îraqê tekez dike li ser pabendbûna xwe bi rênimayên tenduristî yên cîhanî di reftarkirinê de li gel heletên piştrastkirî û gumanlêkirîyên tuşbûyî bi wê Vayrosê.
Herweha amaje bi wê yekê jî kirîye, ew nexweşên hatîne Korentêne kirin, ji alîyê sazîyên ser bi wezaretê ve, tevaya pêdawîstîyên pizîşkî bo wan hatîne dabîn kirin û heya niha li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.