Pervîn Buldan: Divê demilidest hemû hêzên Tirkiyê ji axa Sûriyê derkevin

Hevseroka HDPê dibêje, divê demilidest hemû hêzên Tirkiyê ji axa Sûriyê derkevin û Gelên Sûriyê dê çarenivîsa xwe diyar bikin.

K24- Hewlêr

Hevseroka HDPê dibêje, divê demilidest hemû hêzên Tirkiyê ji axa Sûriyê derkevin û Gelên Sûriyê dê çarenivîsa xwe diyar bikin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, di civîna koma partiya xwe de, daxuyakirin, pirsgirêkên Sûriyê bi rêyên diyaloga aliyên Sûrî çareser dibin û bang li desthilata Tirkiyeyê dike hemû hêzên xwe ji axa Sûriyê derxîne.

Buldan got, divê desthilat siyaseta neyartiya Kurdan berde û dijî destkeftên Kurdên Sûriyê dernekeve û pêş çareseriya demokratîk veke. Da xuyakirin, pirsgirêkên Sûriyê bi diyaloga gelên Sûriyê tê çareserkirin û got, Tirkiye rojek dê neçar bimîne ku hêzên xwe vekişîne, lê ew dixwazin zêdetir dereng nemînin.

Buldan rexne li hikûmeta Tirkiyê digre ku, li Dolmabahçeyê maseya diyalogê têk daye, lê çareserî li Moskow û Washîngton û deverên din digere.