Li bakur bi tometa endamtiya rêxistina terorê 24 kes hatin binçavkirin û 6 kes hatin zîndanîkirin
Li bakurê Kurdistanê bajarê Şirnexê bi tometa endamtiya rêxistina terorê 24 kes hatin binçavkirin û 6 kes hatin zîndanîkirin.
K24- Hewlêr
Li bakurê Kurdistanê bajarê Şirnexê bi tometa endamtiya rêxistina terorê 24 kes hatin binçavkirin û 6 kes hatin zîndanîkirin.
Parêzgariya Şirnexê da xuyakirin, hêzên ewlekariya Tirkiyeyê, di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de li Şirnexê operasyon encam dan û 24 kes binçav kirin.
Li gor agahiyan, 20 kesên hatin binçavkirin arasteyê dadgehê hatin kirin û ji wan biryara girtina 6 kesan hate dayîn.
Lêpirsîna 4 kesan jî di Rêveberiya Polîsê de berdewam dike.