Wezîrê tenduristîya Herêmê amarên nû derbarê Koronayê ragehand

Wezîrê Tenduristîya Herêma Kurdistanê, Saman Bezincî ragehand, haleteka dî ya Koronayê hatîye tomarkirin û hejmara tûşbûyên wê Vayrosê di niha de tenê 15 kesin.

K24- Hewlêr

Wezîrê Tenduristîya Herêma Kurdistanê, Saman Bezincî ragehand, haleteka dî ya Koronayê hatîye tomarkirin û hejmara tûşbûyên wê Vayrosê di niha de tenê 15 kesin.

Saman Berzincî di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, li Herêma Kurdistanê 3 hezar 64 hevwelatî li 29 cihan hatibûne Korentîne kirin û pişkek ji wan selamet bûn û vegeryane mala xwe.

Got jî 154 têstên taqîgehî hatîne kirin. Piştî dû heftîyan ji vemana di korentîneyê de, tenê dû haletên erênî hatn tomarkirin, ku yek ji wan xwîndkarekî 19 salîye û ji albateka tûşhatî bûye. Haleta dûyem jî, zelamekê temen 64 sale ji nahye ya Aştî li qeza ya Koye û her ji malbata wî kesî ye, ewê ku duhî haleta wî hatibû ragehandin û xwîndakrekê temen 25 salî bû.

Xuya jî kir, li Herêma Kurdistanê 16 haletên tûşbûnê hebûne û cihê daxêye yek ji wan koça dawîyê kirîye û 15 halet jî di nexweşxaneyan de ne. yek bi temamî çêvebûye û vegerîyae mala xwe û yên din jî rewşa wan cêgîre.