Ragehandineke nû ji Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê ve

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê, evro, Sêşembîyê 10ê Adarê/ 2020 ragehandina hejmare 13 belav kir û têde ragehand, tenê 953 hevwelatî di korentêneyê de mane û 2111 hevwelatî derketine û vegerîyane malên xwe.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê, evro, Sêşembîyê 10ê Adarê/ 2020 ragehandina hejmare 13 belav kir û têde ragehand, tenê 953 hevwelatî di korentêneyê de mane û 2111 hevwelatî derketine û vegerîyane malên xwe.

Deqa ragehandina wezaretê:

Ragehandina wezareta Tenduristîyê

Hejmare 13

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya nû COVID-19 li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristîy berdewam in li gerîyan û pişiknîna gumalêkirîyên helgirên evê vayrosê  û bi evê yekî jî:

  • Hejmara hevwelatîyên ku di Korentînan de bûn 3064 hevwelatî bûn li 29 cihên cuda ku di niha de tenê 953 hevwelatî di korentîneyê de mane û 2111 hevwelatî derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî temambûna dema dû heftîyan.
  • Di dema 24 demjimêrên bûrî de, pişkinîn bo 154 gumanlêkirîyên hat encamdan û di nav wan de 2 nexwe derenacamên pişkinîna taqîgehî bi erênî derketin û helgirên Vayrosa Korona ya nû COVID-19 ne, ku yek ji wan jineke temen 19 salîye û xwîndkara zanîngehê ye û xelka bajarê Silêmanîyê ye û kiça yek ji nexweşên berê ye. Yê din zeleme temenê wî 64 salîye û rûniştvanê nahye ya Aştî ye ser bi qeza ya Koye ku berketîye nexweşê dûhî ye.
  • Hejmara tevaya helgirên Vayrosa Korona nû COVID- 19 li Herêma Kurdistanê 16 halet in, di nav evê hejmareyê 1 haletê mirinê heye û yek nexweş bi temamî çêvebûye û tevaya wan li jêr çavdêrîya pizîşkîne û rewşa tenduristîya wan cêgîre.

Carek din tekez dikin ku hevwelatî  pabendê rênimayên tenduristî bin, bi taybetî neçin cihê qelebalix û berkvtin nebe li gel kesên din û şuştina destan tim bi tendurist herweha peywendîkirin bi hêla germa 122 di dema pêwîst de.

Wezareta tenduristîya Herêma Kurdistanê

10/Adar/ 2020