Amerîka: Bi sedema Korona, divê Îran girtiyên siyasî berde

Wezîrê Derve yê Amerîka daxwaz ji desthilatên Îranê dike, ji ber belavbûna vîrusa korona, bilez girtiyên siyasî ji zîndanan azad bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka daxwaz ji desthilatên Îranê dike, ji ber belavbûna vîrusa korona, bilez girtiyên siyasî ji zîndanan azad bike.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li twittera xwe nivîsî, belavbûna vîrisa Korona li Îranê metirsiyeke mezin e, ji ber wê divê desthilatên Îranê bilez girtiyên Amerîkî yên li wî welatî azad bike.

Pompeo dibêje, her welatek ku dixwaze alîkariyên mirovî bi Îranê re bike, divê destpêkê daxwaza azadkirina girtiyên biyanî li wî welatî bike.

Li gor zanyariyên fermî, li Îranê zêdetir ji 8 hezar kesî tûşî vîrusa Korona bûne û nêzîkî 300 kesî jî canê xwe jidest dane.

Bi sedema belavbûna vîrusa Korona li zîndanên Îranê, hefteya bûrî desthilatên wî welatî nêzîkî 124 hezar zîndanî berdan, hin ji wan bi awayekî demkî û hin jî bi kefalet berdane.

 

S. B