Hikûmeta Herêmê daxwazekê ji kenalên ragihandinê dike

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji kenalên ragihandinê dike, pabend bin û xelkê han bidin ji bo xwe ji vîrusa Korona biparêzin û xelkê bi zanyariyên ne durist netirsînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji kenalên ragihandinê dike, pabend bin û xelkê han bidin ji bo xwe ji vîrusa Korona biparêzin û xelkê bi zanyariyên ne durist netirsînin.

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di konferanseke rojnamevanî de ragihand, divê medya bi arasteya xizmeta xelkê û ewlehiya tenduristî û netewî kar bikin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Rewşenbîriyê yê Herêma Kurdistanê Heme Seîd ragihand, ew bi dezgehên medyayî re kom bûne û dive hemû bi hev re rûbirûbûyî vîrusa Korona bibin.

Got jî: Daxwaz ji xelkê dikin pabendî rênimayên Wezareta Tenduristiyê bin, ji ber ku tenê pabendbûna bi rênimayan, dikarin xwe biparêzin.  

 

S. B