Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pêwîstiyên xweparastina ji Korona li Silêmaniyê belav dike

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dest bi kampîneke belavkirina pêwîstiyên xweparastina ji vîrusa Korona li bajarê Silêmaniyê kir û bi riya diktorên xwe re jî rênimayên tenduristiyê didin welatiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dest bi kampîneke belavkirina pêwîstiyên xweparastina ji vîrusa Korona li bajarê Silêmaniyê kir û bi riya diktorên xwe re jî rênimayên tenduristiyê didin welatiyan.

Serokê Şaxa Silêmaniyê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Soran Xelef ji K24ê re ragihand, armanca wan ji vê kampînê, gihandina rênimayên tenduristî û hişyarkirina xelkê ye, hevdem jî devane û lepikan û pêwîstiyên din ên xweparastinê li welatiyan belav dikin.

Got jî: “Wek Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî me daxwaz jî rêxistinên cîhanî û xwecihî kiriye, ku bi hevahengî kar bikin, bi taybet ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê.”

 

S. B