Amarên nû yên tûşbûna bi Korona li Îranê hat ragihandin

Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê nûtirîn amarên tûşbûna û mirina bi vîrusa Korona li Îranê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê nûtirîn amarên tûşbûna û mirina bi vîrusa Korona li Îranê ragihand.

Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanoş Cihanpor ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 958 haletên tûşbûna bi vîrusa Korona hat tomarkirin û 63 kesan jî cane xwe jidest dan.

Amaje bi wê da, hejmara tûşbûna bi vê vîrusê 9 hezar kes derbas kir û hejmara kesên cane xwe jidest dane gihîşt 345 kesan.

Her îro jî Serokê Îranê Hesen Ruhanî daxwaz ji welatiyan kir, li malên xwe bimînin û dernekevin derve, ji ber ku eger heye vîrusa Korona li hemû Îranê belav bibe

 

S. B