Herêma Kurdistanê şandekê dişîne Bexda
Di civîna evro ya hikumeta Herêma Kurdistanê de, ku taybet bû bi çaksazîyên hikumetê û cêgirên serok wezîrên Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanê serperiştîya wê civînê kir, biryar hat dan Herêma Kurdistanê şandekê bişîne Bexda.
K24- Hewlêr
Di civîna evro ya hikumeta Herêma Kurdistanê de, ku taybet bû bi çaksazîyên hikumetê û cêgirên serok wezîrên Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanê serperiştîya wê civînê kir, biryar hat dan Herêma Kurdistanê şandekê bişîne Bexda.
Evro, Qubad Talebanî, cêgirê serokê Civata Wezîran, serperiştîya civîneka taybet bi cîbicîkirina çaksazîyên hikumetê kir.
Li gor ragehandina hikumetê, di wê civînê de, nirxandineka hûr hate kirin bo rewş û derhavêjteyên belavbûna Koronayê û çawanîya cêbicîkirina çaksazîyên hikumeta Herêma Kurdistanê di hemû kertên cuda de.
Di civînê de, Qubad Talebanî ragehand, çaksazîyên me dê berdewam bin. Dahata xwe dê firereng bikîn. Yasa ya çaksazîyê yek ji karê me yê berhîyê dibe û di demeka nêzîk dem dê cîbicî bikîn.
Di Civînê de, biryar hat dan, şandek serdana Bexdayê bike daku bi hev re hevahengîyê bikin bo rewşa nihayî, herweha wezareta Darayîyê hat raspartin daku bo hefte ya dahatî raporteke hûr amade bike derbarê çawanîya encamdana qonaxên çaksazîyê.
Di pişka dûyema civînê de, behsa kerta karebê hatekirin. Wezîrê karebê raportek li ser berhemhînan, dabeşkirin û komkirina dahatên wezareta wan pêşkeş kir. Di vî warî de biryar hat dan, ku her çî pêwîst be bihête encamdan bo baştir rêkvekirina evê kertê.
Herweha biryar hat dan, di dema dû heftîyan de, wezareta karebê raporteka zanistî amade bike û pilanên xwe bo çaksazî û baştir xizmetkirina hevwelatîyan li karebedanê pêşkeş bike.