Cêgirê yekemê serok komarê Îranê tuşî Koronayê bû
Mêdyayên Îranê tûşbûna Îshaq Cihangrî, cêgirê yekemê Hesen Rûhanî, serok Komarê Îranê bi vayrosa Koronayê ragehandin.
K24- Hewlêr
Mêdyayên Îranê tûşbûna Îshaq Cihangrî, cêgirê yekemê Hesen Rûhanî, serok Komarê Îranê bi vayrosa Koronayê ragehandin.
Ajansa Nûçe ya Faris belav kirîye, Îshaq Cihangîrî, cêgirê yekemê Hesen Rûhan, serok komarê Îranê tûşî Vayrosa Koronayê bûye.
Wek amaje kirîye, niha Cîhangîrî li cihekê taybet hatîye Korentîne kirin û li jêr çavdêrîya pizîşkîye.
Ajansa Fairs Niyoz lîsta berpirsên tûşbûyî bi Vayrosa Koronayê belav kirîye, ku ji hemûyan dîyartir Îshaq Cîhangîrî, cêgirê yekemê serok komarê Îranê, Reza Rehmanî, wezîrê Pîşesazî û Bazirganîyê, Elî
Esxer Munsa, wezîrê Rewşenbîr û geştûguzarê û hejmareka din ji berpirsên pile balayên wî welatî jî hene.
Aşkera jî kirîye, tevaya berpirsên tûşbûyî yên Komara Îslamî ya Îranê bi Vayrosa Koronayê li cihên taybet hatîne Korentîne kirin û li jêr çavdêrîya pizîşkî ne û ti amaje jî bi rewşa tenduristî ya wan nehatîye kirin.