Dû haletên din yê Koronayê li Hewlêrê hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê dû haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê ragehand.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê dû haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê ragehand.

Wezareta Tenduristîyê ragehand, dû gelgirên din yên Vayrosa Korona ya nû COVID- 19 li bajarê Hewlêrê hatin tomarkirin. Zelemekê 34 salî û jineka 38 salî ku bira û jinbirayê wî xwîndkarê tûşbûyê Koronayê ne, ewê berê ji Îranê vegerîya bû û hatibû korentînekirin.

 Wezareta Tenduristîyê

11yê Adara 2020