Hikumeta Herêma Kurdistanê hejamreka biryarên nû derxist
Hikumeta Herêma Kurdistanê hejmarek biryarên nû derxistin bi armanca xweparêzîyê û rêgirtinê ji balvbûna derdê Koronayê.
K24- Hewlêr
Hikumeta Herêma Kurdistanê hejmarek biryarên nû derxistin bi armanca xweparêzîyê û rêgirtinê ji balvbûna derdê Koronayê.
Di civîna evro ya komîteya berengarbûna Koronayê biryar hat dan hatinûçûna hevwelatîyan di navebra parêzgehên Herêma Kurdistanê bihêt rawestandin ji 14/3/2020 heya 28/3/2020, tenê tîmên tenduristî, dîplomasî, rêkxistî û ajansên Neteweyên Hevgirtî û hêzên ewlekarîyê li derveyê evê biryarê ne.
Deqên biryaryaran:
- Rawestandina hatinûçûna hevwelatîyan di navbera parêzgehên Herêmê de, ji bilî tîmên tenduristîyan, dîplomatkar, rêkxistî û ajansên Neteweyên Hevgirtî, hêzên ewlekarîyê û bazrgan û bo her pergelek din pêwîstî bi rezamendîya jûra operasyonan heye ku ji parêzgehan û yekeyên serbixwe hatine pêkanîn bi serokatî ya parêzgarî û yan serperiştyarên rêveberîyên serbixwe û ev rewestandin ji 14/3/2020 destpêdike heya 28/ 3/2020 berdewam dibe.
- Sinûrdarkirina bizava bazirganîyê li her sê derîyên Başmax, Perwîzxan û Hacî omeran û desthelat dihête dan bi rêvebrê giştî yê gumrikê bo rêkxistina bizava bazirganî bi awyekê ku berkevtin di nabera hevwelatyan û hajovanan durist nebe.
- Rawestandina hatinûçûnê di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên din yên Îraqê, ji bilî helatên gelek pêwîst, ku ew jî divê bi rezamendîya jûra operasyanan be û ev rewestandin ji 14/3/2020 destpêdike heya 28/ 3/2020 berdewam dibe.
- Ew hevwelatîyên Herêma Kurdistanê ewên ku heya niha ji Komara Îslamîya Îranê nevegeryane dawîn dem bo vegeranê rêkevta 16/3/2020 û li 17/3/ 2020 heya 1/4/2020 rê bi ti kesî nahêt dan ji Îranê vegere.
- Pêwîste hevwelatî pabend bin bi rênimayî yên xweparaztinê ji Vayrosa Korona ku ji alîyê hikumeta Herêma Kurdistanê derketîne bi taybetî kêmkirina geştên newrozê û nabe ji yek malbatê zêdetir ji cihekê kom bibe.
- Pêwîste Desteya Geştûguzarê wan cihên geştyarî dabixw ewên dibin sedema kombûna geştyaran û duristbûna qelebalixîyê.
- Rawestandina hemû çalakyên werzişî heya 1/4/2020 ji bilî gera nayaba Îraqê ku hinek yarî li Herêmê dihên encamdan û pêwîste ew yarî bê hander birêve biçin.
- Desthelat dihête dan bi parêzgeyan bo rêkxistna bazaran û bi taybetî bazarên millî û rêgirtinê ji qelebalixîyê.
- Daxwaz ji hevwelatîyên deverên Kurdistanî yên derveyê Herêma Kurdistanê dikîn ku pabend bin bi tevaya rênimayî û rêkarên hikumeta Herêma Kurdistanê bi mebesta xweparaztinê ji Vayrosa Korona.
- Rawestandina geştên asmanî li herdû firokexane yên Hewlêr û Silêmanîyê li gel firokexaneya Bexda û Besra, ji bilî dîplomatkar û şandên fermî û geştên rêkxistîya Neteweyê Hevgirtî û hevpeyamana û ev rewestandin jî, ji 14/3/2020 destpêdike heya 28/ 3/2020 berdewam dibe.
- Rawestandina geştên asmanî yên hêla asmanîya Ecnihetuşam bo firokexaneya Herêma Kurdistanê û tenê rê bi dû geştan dihêt dan bo vegeryana hevwelatîyê Sûrî bo Sûriya.
- Ev beyan ji roja derçoan wê dihête bicikirin.