Serbazgeheka artêşa Emerîkayê li Îraqê hat mûşekbarankirin
Şaneya Ragehandinê ya Cengî li Îraqê di daxuyanîyekê de ragehand, serbazgeha Tacî li bakûrê Bexda hate mûşekbarankirin, ku ew serbazgeh ji alîyê hêzên Emeîrkayê ve dihête bikarhînan.
K24- Hewlêr
Şaneya Ragehandinê ya Cengî li Îraqê di daxuyanîyekê de ragehand, serbazgeha Tacî li bakûrê Bexda hate mûşekbarankirin, ku ew serbazgeh ji alîyê hêzên Emeîrkayê ve dihête bikarhînan.
Di daxuyanîyê de hatîye, piştî wê mûşekbaranê otombêlrk ji corê Kiya Pînko li başûrê Raşdîye hatîye vedîtin ku bingeha mûşekan li ser bûye û sê gulle mûşekên neteqî jî di nav de hebûn.
Heya niha ti alîyekê berpirsînîya xwe ji hêrişa ev şev ne ragehandîye.
Di dema çend mehên bûrî de, berjewendîyên Emerîkayê li Îraqê bûne armanca zincîre hêrişên mûşekî. Li beranber evê yekê jî, Waşintunê tilên tuhemeta encamdana van hêrişên mûşekî bo girûpên çekdarên şîe yên ser bi Îranê ve dirêj dike.
.png)
.png)
.png)
.png)