Ragehandina evro ya Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê, evro çardemîn ragehandin derbarê amarên tûşbûnên Vayrosa Korona û korentînekirîyên Herêma Kurdstanê belav kir.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê, evro çardemîn ragehandin derbarê amarên tûşbûnên Vayrosa Korona û korentînekirîyên Herêma Kurdstanê belav kir.

Deqa ragehandina wezaretê:

Ragehandina wezareta Tenduristîyê

Hejmare 14

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya nû COVID-19 li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristîy berdewam in li gerîyan û pişiknîna gumalêkirîyên helgirên evê vayrosê  û bi evê yekî jî:

  • Hejmara hevwelatîyên ku di Korentînan de bûn 3089 hevwelatî bûn li 29 cihên cuda ku di niha de tenê 923 hevwelatî di korentîneyê de mane û 2166 hevwelatî derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî temambûna dema dû heftîyan.
  • Di dema 24 demjimêrên bûrî de, pişkinîn bo 99 gumanlêkirîyan hat encamdan û di nav wan de 3 nexweş derenacamên pişkinîna taqîgehî bi erênî derketin û helgirên Vayrosa Korona ya nû COVID-19 ne, ku xelkên Hewlêrê ne û her sê jî berketîyên wî xwîndkarî ne ew tûşbûyî ku ji Îranê vegerîya bû hatibû korentînekirin. Yek ji wan zelamekê temen 32 salîye û hev pole li gel wî xwîndkarî. Ewê din jî temen 34 sale û jinek jî temenê wê 38 sale ku bira û jinbira wî xwîndkarî ne.
  • Hejmara tevaya helgirên Vayrosa Korona nû COVID- 19 li Herêma Kurdistanê 19 halet in, di nav evê hejmareyê 1 haletê mirinê heye û yek nexweş bi temamî çêvebûye û tevaya wan li jêr çavdêrîya pizîşkîne û rewşa tenduristîya wan cêgîre.

Carek din tekez dikin ku hevwelatî  pabendê rênimayên tenduristî bin, bi taybetî neçin cihê qelebalix û berkvtin nebe li gel kesên din û şuştina destan tim bi tendurist herweha peywendîkirin bi hêla germa 122 di dema pêwîst de.

Wezareta tenduristîya Herêma Kurdistanê

11/Adar/ 2020