18 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin

Di bombebarana firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî de, 18 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di bombebarana firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî de, 18 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.

Duhî serbazgeha Tacî li bakurê Bexdayê rastî êrîşeke bi mûşekan hat û di encamê de 2 serbazên Amerîkî û serbazekî Brîtanî hatin kuştin û 11 serbazên din birîndar bûn.

Piştî wê êrîşê, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî baregehên Heşda Şeibî li li navçeya Bokemal a Sûrî ya li ser sînorê Iraqê bombebaran kirin.

Li gor amaran, di bombebaranê de 18 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

 

S. B