NY êrîşa ser hêzên Hevpeymanan li Iraqê şermezar dike

Netewên Yekgirtî êrîş li ser serbazgeha Tacî li bakurê Bexdayê û kuştin û birîndarkirina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî şermezar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî êrîş li ser serbazgeha Tacî li bakurê Bexdayê û kuştin û birîndarkirina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî şermezar dike.

Duhî serbazgeha Tacî li bakurê Bexdayê rastî êrîşeke bi mûşekan hat û di encamê de 2 serbazên Amerîkî û serbazekî Brîtanî hatin kuştin û 11 serbazên din birîndar bûn.

Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê di daxuyaniyekê de êrîşa ser serbazgeha Tacî şermezar kir û ragihand, ew êrîş dibin sedema dirustkirina metirsî û nearamiya zêdetir li ser ewlehiya Iraqê.

Nûnertiya Netewên Yekgirtî ragihand jî, ewê cihê nîgeraniyê ye, hejmarek mezin ji grûpên mîlîşyayan derveyî kontrola Hikûmeta Iraqê ne.

Di dirêjahiya daxuyaniyê de hatiye: “Pêwîst e tevahiya aliyan xwe bigirin û Iraqê nekin meydana yekalîkirina milmilaniyên navçeyê”.

 

S. B