Serokê Herêma Kurdistanê êrîşa ser serbazgeha Eltacî şermezar dike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyek da bi tundî êrîşa şeva derbasbûyî ya ser Hevpeymaniya Navdewletî li Bexda şermezar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyek da bi tundî êrîşa şeva derbasbûyî ya ser Hevpeymaniya Navdewletî li Bexda şermezar kir.
Naveroka daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê:
Bi tundî wê êrîşa mûşekî şermezar dikîn ku şeva derbasbûyî Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Serbazgeha Eltacî li Bexda armanc kir û li encamê da hejmarek serbazên Hevpeymaniya Navdewletî canê xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.
Di demekê de hevsozî û hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan û welatê wan derdibrîn, dûpat dikîn ku ev êrîş pêşhatekî tirsnake û ziyan bi berjwendiyên Iraqê digihîne û rewşa welat dixe metirsiyê ve, bi taybetî ku hê jî teror metirsiyekî rasteqîneye û DAIŞ gefeke ciddî ye li ser ewlehî û asayîşa Iraq û navçeyê û ji bo ji navbirina wan pêwîstî bi hevkarî û piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî heye.
Daxwaz ji aliyên berpirsan dikin êrîşkaran peyda bikin û rûbirûyê yasayan bikin, rê jî li dûbarebûna van êrîş û dijminkariyane bigrin ku dibine sedema tevlîheviyên zêdetir û rewşê aloztir dikin.
S. B