Li Serê Kaniyê otombîleke bombekirî teqiya

Li Serê Kaniyê otombîleke bombekirî li rêbendeke grûpên çekdar de teqiya, di encamê de kuştî û birîndar hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Serê Kaniyê otombîleke bombekirî li rêbendeke grûpên çekdar de teqiya, di encamê de kuştî û birîndar hene.

Ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî belav kir, otombîleke bombekirî li rêbenda gundê Til Helef ê Serê Kaniyê teqiya û encamê de hejmarek ji çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin û birîndarkirin.

Piştî dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi berdewamî teqîn li bajarî rû didin û di encamê de kesên sivîl dibin qurbanî.

Pêştir jî, Peyvdarê Fermî yê HSDê Gabriyêl Kîno berpirsatiya rûdana teqînan li Serê Kaniyê û Girê Sipî xistibû stûyê Tirkiyê û gotibû, armanca Tirkiyê ew e, rewşa ewlehiyê xirap bibe û xelkê sivîl neçar bibin koçber bibin, ta plana guhartina demografiya wan her du bajaran bicih bike.

 

S. B