Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke Amerîkî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Şanderê Taybet ê Amerîka bo Hevpeymaniya Navdewletî û Şêwirmendê Bilind ê Şanderê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê William Robak kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Şanderê Taybet ê Amerîka bo Hevpeymaniya Navdewletî û Şêwirmendê Bilind ê Şanderê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê William Robak kir.

di civînê de her du aliyan dawî pêşhatên Iraqê, êrîşa şeva bûrî ya ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li serbazgeha El Tacî li Bexdayê, dawî pêşhatên siyasî li Iraqê û hewlên bo destnîşankirina kandîdê nû ji Serokatiya Hikûmeta Iraqê, pêwendiyên Hewlêr – Bexda, belavbûna Korona li Herêma Kurdistanê û Iraqê û pêngavên rûbirûbûna wê hatin guftûgokirin.

Di beşeke din a civînê de, ku Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên Herêmê amade bûn, metirsiyên serîhildana DAIŞê û girîngiya piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraq û Herêma Kurdistanê re bo rûbirûbûna wê, pirsa Sûriyê û pêşhatên serbazî li meydana Sûrî û nêzîkkirina aliyên Kurdî guftûgo kirin û her du aliyan tekezîli piştevaniya wan hewlan kirin.

 

S. B