Efrîn.. Çekdaran mizgefta navçeya Şiyê hilweşand
Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve û yên Efrîn dagîr kirine, beşek ji mizgefta navçeya Şiyê hildiweşînin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve û yên Efrîn dagîr kirine, beşek ji mizgefta navçeya Şiyê hildiweşînin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, ji demekê ve grûpa çekdar a bi navê Emşat di mizgrfta navçeya Şiyê de karên kolandinê dike, di encamê de minareya mizgeftê û beşek ji avahiya mizgeftên hilweşiyan.
Amaje bi wê da, grûpa Emşat bi sedema lêgerîna li şûnwaran û entîkeyên dîrokî, derdor mizgefta Şiyê dorpêç kiriye û li derdor û di nava mizgeftê de dikole.
Wê rêxistinê diyar kir, dîroka mizgefta Şiyê vedigere berî 108 salên berê.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve û li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan grûpên çekdar zêdetir ji 42 cihên şûnwarî, girên dîrokî û mezargehên olî li Efrînê kolane û zêdetir ji 20 hezar perçeyên entîkan dizîne.
Pêştir Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî belav kiribû, grûpên çekdar yên ji aliyê Tirkiyê ve têne piştevanîkirin, bi awayekî sîstematîk şûnwarên keleha Horî ya dîrokî didizin û li Tirkiyê difiroşin.


S. B