Hejmarek biryarên ji parêzgeha Hewlêrê
Di konforanseka rojnamevanî de, ku komîteya bilinda berengarbûna Koronayê li Herêma Kurdistanê encam da, parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî, ew xal pêşkeş kirin ewên ku di civîna evro de komîteyê biryar li ser dane.
K24- Hewlêr
Di konforanseka rojnamevanî de, ku komîteya bilinda berengarbûna Koronayê li Herêma Kurdistanê encam da, parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî, ew xal pêşkeş kirin ewên ku di civîna evro de komîteyê biryar li ser dane.
Parêzgarê Hewlêr di destpêka axivtinê xwe de ragehand: Ti kirîzên kêmbûna kelûpelan di bazarî de nîne û pêwîst bi nîgerîyê nake û ti guhertin rû nedaye ji hînana kelûpel û kalayan bo Herêma Kurdistan.
Dûv re, parêzgarê Hewlêrê deqa biryaran vexwînd, ku ev xwar puxteyên wan biryarane.
- Pirsên Korentîne kirinê û ew kesên bi rêyên yasayî û ne yasayî vegerîyane divê bihên Korentînekirin û hjmara kesên ku hatîne Korentînekirin ji hezar ş 400 kesan zêdetirin û 500 kes di korentîneyê de mane.
- Li derîyî Hacî Omeran, me rêkarên tundên ewlehîyê û tenduristîyê girtîne ber.
- Tevaya Kafêtirya û Çayxane û cihên qelebalix dihên daxistin.
- Tevaya Çayxane û Xwaringeh ji 14yê evê mehê ve, tenê dikarin bi delîverî xwarinê bigehînin.
- Goştfiroş û mirîşikfiroşên kolanan û cihê giştî dihên daxistin, heke molet û destûra fermî nebin.
- Rêkarên pêwîst bo bazarên Dolarfiroşan hatye danan.
- Di kempên penaberan û zîndan û cihên qelebalix rêkarên tund me girtîne ber û pirose ya reşnadina cihên giştî bi dije Vayrosan dê berdewam be.
- Me daxwaz ji hikumetê kirîye, ku ewên zîyan digehe wan, kirêya cihên wan kêm bibe daku xwedî yên wan cihan gelek ziyan ber wan nekeve.