Wezîrê Navxwe: Her kesek pabend nebe bi rênimayîyan dihête sizadan

Rêber Ehmed, wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, hatinûçûn di dema dîyarkirî de di navbera bajaran dihête qedexekirin û ewên Îranê ne heke di dima dîyarkirê de nevegerin rê nahêt dan vegerin Herêma Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Rêber Ehmed, wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, hatinûçûn di dema dîyarkirî de di navbera bajaran dihête qedexekirin û ewên Îranê ne heke di dima dîyarkirê de nevegerin rê nahêt dan vegerin Herêma Kurdistanê.

Ragehand jî, baştirîn çareser bo Koronayê xwe paraztine û her kes û berpirsek pabend nebe bi rênimayan li gor yasa ya reftar li gel dihête û dihête sizadan.

Ragehand jî, rê nadîn xelk ni kom geşt û seyranan bikin, heke kesek biçe bo geşt û seyranê, ku em daxwaz dikîn xelik li mal bimînin, divê yek malbat be û bi tenê bihere û li cihekê be ku xelkên din li derdor nebin.

Wezîrê navxwe got jî, heke hevwelatî hevkar bin; em nagehin wê qonaxa rê di navbera parêzgehan daxîn, lê heke heke hevkar nebin em naçar dibîn  biryarên nû bidîn.

 Herweha wezîrê tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji wan kesan kir, ku hatibûne korentîne kirin û niha vegerîyane malên xwe, çavdêrîya xwe bikin û heke wan her nîşaneyek hebû peywendîyê bi hejmare 122 bikin.

Ji alîyê xwe ve, parêzgarê Hewlêrê ragehand, ti kirîzên xwarinê nîne û bizav û livîna bazirganî berdewame .

 Ragehand jê: 500 kes li Hewlêr hatîne Korentîne kirin û her kesek bi qaçax vegere rêkarên yasayî li beraneber wî kesî dihête girtin.

Ragehand jî: Tevaya Çayxane û Kafîtêrya û her ciheke qelebalix dêhête daxistin.

Amaje bi wê yekê jî kir, xwaringeh tenê dikarin xwarinê seferî bidina hevwelatîyan.