Îran sindûqa reş radest dike
Komara Îslamîya Îranê, rezamendî derbirîye li ser radestkirina sindûqa reş a firokeya Boyîng 737 a Okrayînya.
K24- Hewlêr
Komara Îslamîya Îranê, rezamendî derbirîye li ser radestkirina sindûqa reş a firokeya Boyîng 737 a Okrayînya.
Evro, Pêncşembîyê, Ajnasa Rûyeterz ya nûçeyan, li ser zimanê çavkanîyekê haydar balv kirîye, Îranê amadeye ya xwe derbirîye bo derxistina zanyarîyan, wê sindûqa reş a firoke ya Okrayînya radest bike.
Her yek ji welatên Okrayînya, Keneda û Yekêtîya Ewrûpayê daxwaz dikirin sindûqa reş radestê welatekê sêyem bihête kirin û bi taybet daxwaz dikirin radestê Firansayê bihête kirin. Lê heyan niha Îranê ev daxwazî qebûl nedikir. Heya niha alîyê Îranî bi fermî ev nûçe ya Royterzê piştrast nekirîye.
Berî sipêdeya 8ê Kanûna Dûyem a 2020 firokeya corê Boyîng 737- 800 a serb hêla asamanîya Okrayînya, piştî firînê ji firokexaneya Tehranê, li asman têşikest û bi sedema wê yekê jî 176 kesan canê xwe ji destdan. Piştî bûyerê Îranê îtiraf kir ku ew firoke bi şaşî ji alîyê wan ve, bûye armanc.