Hizbûllaha Îraqî mûşekbarana Tacî pîroz dike

Ketîbeyênn Hizbûllaha Îraqî piştîvanîya xwe ragehand bo wê mûşekabarana şeva bûrî bo ser serbazgeha Tacî hat encamdan û bi sedema wê dû serbazên Emerîkayê û yek Birîtanî hatin kuştin û tekez jî kir, niha dema destpêkirina piroseya cîhadîye dijî hêzên dagîrkar.

K24- Hewlêr

Ketîbeyênn Hizbûllaha Îraqî piştîvanîya xwe ragehand bo wê mûşekabarana şeva bûrî bo ser serbazgeha Tacî hat encamdan û bi sedema wê dû serbazên Emerîkayê û yek Birîtanî hatin kuştin û tekez jî kir, niha dema destpêkirina piroseya cîhadîye dijî hêzên dagîrkar.

Hizullaha Îraqê di beyannameyekê de, tekez kir: Pêwîste hêzên dagîrkar xwe li ber baca hebûna xwe ya ne rewa di nav axa Îraqê de bigire.

Amaje bi wê yekê jî da, Em piştîvanîyê li hemû wan kes û alîyan dikîn, ku dixwazin li dijî dagîrkaran bicengin û parêzgarîyê li wan dikîn û roj bi roj mihwera berenfarbûna pirojeya dagîrarîyê berfireh dibe.

Ketîbeyên Hizbûllaha Îraqî ragehand jî: Pîrozbahîyê li wî alî dikîn, ku di piroseka cîhadî de, hêzên Emerîka ya dagîrkar li serbazgeha Tacî li bakûrê Bexdayê bi hûrî mûşekbaran kir. Tekez jî kir, destê wan kesan digivişîn ewên ev kar encamdan û ew dema bo evê piroseyê helbijatin demeka gelek guncayî bû, lew serkevtî bûn.

Di dawî ya beyannameyê de, ewê girûpa Heşda Şeibî tekez kirîye, em di wê bawerîyê de ne, niha guncaytirîn deme daku hêzên xwe rêk bikîn û dest bi piroseyên xwe yên cîhadî bikîn, daku dagîrkaran axa pîroz derxînîn.

Ev piştî wê yekê hat, ku şeva burî, serbazgeha Tacî, ewa ji alîyê hêzên Hevpeymanan dihête bikarhînan, hate mûşekbarankirin û li gor amara wezareta bervanîya Emerîakyê (Pêntagon) ji encama wê hêrişê dû serbazên Emerîkayê û yek Birîtanî hatin kuştin û 12 serbazên din jî birîndar bûn.

Piştî wê mûşekbaranê jî, hêrişeka asmanî hate encamdan bo ser pêgehên Heşda Şeibî li deverên Elbûkemal ser bi bajarê Dêrezor a Sûriyê, li ser sinûrê Îraqê û di encam da bi dehan çekdarên Heşda Şeibî hetin kuştin.