Li Îraqê 6 haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristî û Jîngeha Îraq, evro, Pênşembîyê ragehand, 6 haletên nû yên Koronayê li Îraqê hatine tomarkirin.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristî û Jîngeha Îraq, evro, Pênşembîyê ragehand, 6 haletên nû yên Koronayê li Îraqê hatine tomarkirin.

 Di beyannameyekê de, ku wêneyeka wê gehiştîye Kurdistan 24, wezareta Tenduristî û Jîngeha Îraqê ragehand, di taqîgehan de, şeş haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatin piştrastkirin û tomarkirin, ku yek li Necef, yek li Resafe ya Bexdaû çarên din jî li komelgeha pizîşkî ya Bexayê bûne.

 Herweha di beyannameyê de hatîye, tevya haletan li gel yên Herêma Kurdistanê jî bi vî awayî ye:

Yevaya tûşbûyan bi vayrosa Korona hejmara wan 83 kes in.

Tevaya yên çêvebûnbe 24 kesin.

Tevaya kesên bi vî derdî mirine 8 kesin.