ENKS: 12ê Adarê navnîşan ji bo şoreşên Kurd û Sûriye bi tevayî ye

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) Feysel Yûsif, serîhildana 12ê Adarê ya 2004an li rojavayê Kurdistanê wekî navnîşan ji bo şoreşên Kurd û Sûriye bi tevayî pênase kir

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) Feysel Yûsif, serîhildana 12ê Adarê ya 2004an li rojavayê Kurdistanê wekî navnîşan ji bo şoreşên Kurd û Sûriye bi tevayî pênase kir.

Feysel Yûsif destnîşankir, ku: “12ê Adarê di demekê derû da, gava rejîma BAAS rê liber her karê siyasî digirt. Xelk bi dehên salan dixistin zîndanan de. Lê, Miletê Kurd bi 12ê Adarê dîrokek nivîsand. Rejîmê xwest spore bi xwe di dijayetiya gelê Kurd de bikar bîn e. Rejîmê plan kir, bi rêya berdestên xwe dujîn û diyatetiyê ji nirxên gelê Kurd re bike, lê gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê rê neda û xwedî li nirxên xwe derket. Ev yek nimûneyek bû. Ku Miletê Kurd tu caran serî natewîn e û şoreşger e”.

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) Feysel Yûsif anî ziman: “Gava Miletê Kurd şoreşa 12ê Adarê lidar xistî de jî, got: em daxwaza Sûriye ya demokrat, ku netewe tê de xwedî mafên yeksan bin. Miletê Kurd, dîwarê tirsê şkand, ku bîngeha şoreşa Sûriye ye jî. 12ê Adarê kulturek şoreşgerî ji bo tevayiya Sûriye avakir”.

 

Fly Erbil Advertisment