Şîwermendê Xameneyî tûşî Vayrosa Koronayê bû

Kenala RT ya Rûsiyê belav kirîye, Elî Ekber Wîlayetî, şêwermendê Elî Xameneyî, rêberê Komara Îsalmîya Îranê bo karûbarên nêvdewletî tûşî Vayrosa Korona bûye.

K24- Hewlêr

Kenala RT ya Rûsiyê belav kirîye, Elî Ekber Wîlayetî, şêwermendê Elî Xameneyî, rêberê Komara Îsalmîya Îranê bo karûbarên nêvdewletî tûşî Vayrosa Korona bûye.

Ewê kenalê aşkera jî kirîye, niha Wîlayetî di cihê taybet de hatîye Korentînekirin û li jêr çavadêrîya pizîşkîye.

 Ev di demkê de ye, duhî ajansa Faris Niyos lîsteka navên berpirsên Îranê yên tûşbûyî  bi Vayrosa Korona belav kir, ku ji hemûyan dîyartir ev bûn: Îshaq Cihangîrî, cêgirê yekemê serok komarê Îranê, Reza Rehmanî, wezîrê pîşesazî û bazirganîyê, Elî Esxer Mûnsa, wezîrê Roşenbîrî û geştûguzar û hejmareka berpirsên pile balayên wî welatî.

Wek amaje kiribû, Cihangîrî li cihekê taybet Korentîne hatîye kirin û li jêr çavdêrîya pizîşkîye.

Aşkera jî kiribû ku tevaya tûşbûyî yên Vayorsa Koronayê ji berpirsên Komara Îslamî ya Îranê li cihê taybet hatîne korentînekirin û li jêr çavdêrîya pizîşkîne bê ku amaje bi rewşa tenduristîya wan bihête kirin.