Ragehandinek ji Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê, evro 15mîn ragehandin derbarê amarên tûşbûnên Vayrosa Korona û korentînekirîyên Herêma Kurdstanê belav kir.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê, evro 15mîn ragehandin derbarê amarên tûşbûnên Vayrosa Korona û korentînekirîyên Herêma Kurdstanê belav kir.
Deqa ragehandina wezaretê:
Ragehandina wezareta Tenduristîyê
Hejmare 15
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya nû COVID-19 li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristîy berdewam in li gerîyan û pişiknîna gumalêkirîyên helgirên evê vayrosê û bi evê yekî jî:
- Hejmara hevwelatîyên ku di Korentînan de bûn 3186 hevwelatî bûn li 29 cihên cuda ku di niha de tenê 893 hevwelatî di korentîneyê de mane û 2293 hevwelatî derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî temambûna dema dû heftîyan.
- Di dema 24 demjimêrên bûrî de, pişkinîn bo 98 gumanlêkirîyan hat encamdan û tevya derencaman nerênî bûn.
- Hejmara tevaya helgirên Vayrosa Korona nû COVID- 19 li Herêma Kurdistanê 19 halet in, di nav evê hejmareyê 1 haletê mirinê heye û yek nexweş bi temamî çêvebûye û tevaya wan li jêr çavdêrîya pizîşkîne û rewşa tenduristîya wan cêgîre.
Carek din tekez dikin ku hevwelatî pabendê rênimayên tenduristî bin, bi taybetî neçin cihê qelebalix û berkvtin nebe li gel kesên din û şuştina destan tim bi tendurist herweha peywendîkirin bi hêla germa 122 di dema pêwîst de.
Wezareta tenduristîya Herêma Kurdistanê
12/Adar/ 2020