Emerîka hêriş kire ser pêgehên Îraqî

Evro, Heyînîyê, berê sipêdeyê supayê Îraqê di beyannameyekê de ragehand, Emerîka hêrişên asmanê bo ser çar pêgehên Heşda şeibî, polîs û sûpayê Îraqê encam daye

K24- Hewlêr

Evro, Heyînîyê, berê sipêdeyê supayê Îraqê di beyannameyekê de ragehand, Emerîka hêrişên asmanê bo ser çar pêgehên Heşda şeibî, polîs û sûpayê Îraqê encam daye

Di wê beyannameyê de hatîye ragehandin û televzyona fermî belav kirîye, ku ew pêgehên bûyîne armanca hêrişên Emerîkayê, yek li Necefe û sêyên din jî dikevin başûrê Bexayê.

Herweha Şaneya Ragehandinê ya Ewlekarîyê di tiwîtekê de ragehandîye, li demjimêr yek û çarêkek, berî sipêdeya evro, Emerîka li deverên (Cerfilnesir, Museyîb, Necef û Eskenderîye) hêrişên asmanî kirîne ser ser baregehên Heşda Şeibî û Fewcên tengavîya û Mixawîrên Firqeya Nozde ya Suapyê Îraqê.

Ji alîyê xwe ve jî, berpirsekê Îraqî got: Yek ji wan burdûmanên asmanî yên Emerîkayê firokexaneyeka nû dihête çêkirin, kirîye armanc li bajarê Kerbela û tekez jî kir ku avahîya firokexaneyê; ber wê burdumanê ketîye.

Pişt wan hêrişan jî, hinek nûçe hebûn ku balyozxaneya Emerîkayê li Devera  Kesik li navenda Bexdayê  bûye armanca dû mûşekên Katyoşa.

Emerîkayê jî, ji alîyê xwe ve ragehand, welatê wî hêrişên asmanî yên hûr li Îraqê encam dane li dijî wan girûpên Îran piştevanîya wan dike. Waşitun berpirsyarîya wê hêrişa mûşekî ya roja Çarşembîya burî bo ser serbazage Tacî, xistibû di stûyê wan girûpan de û ew hêriş bibû sedema kuştina dû serbazên Emerîkî û yekê Birîtanî.

Li  gor beynnameyeka wezareta bervanîya Emerîkayê jî, firokeyên wan 5 cibexane û bingehên çekdarên Hizbullaha Îraqê li Babil, Bexda, Kerbela û Enbarê burdûman kirîne.