UEFA lîstikên vê hefteyê yên CL û EL paşxistin

Bi egera metirsiya belavbûna Vayrosa Korona Saziya Futbolê ya Ewrûpa (UEFA) lîstikên vê hefteyê yên Champions League (CL) û Europa League (EL) paşxistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi egera metirsiya belavbûna Vayrosa Korona Saziya Futbolê ya Ewrûpa (UEFA) lîstikên vê hefteyê yên Champions League (CL) û Europa League (EL)  paşxistin.

Ligor daxûyaniya UEFA lîstikên, ku di 17 û 18ê Adarê de, dê hatiban lîstin, bi egera metirsiya Vayrosa Korona ji bo demek ne hatî diyarkirin, hatine paşxistin. Di demek pêş de, ev lîstik kengî dê werin pêkanîn, dê were ragihandin.

Berî biryara UEFA herweha pêşniyar hatibû kirin, ku ew lîstik bê temaşevan bên pêkanîn. Lê, UEFA biryar da bên paşxistin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment