Îraqê ji encama hêrişa Emerîka bo ser Babil; kuştina 3 serbaz, 2 polîs û 1 sîvîl ragehand

Sûpayê Îraqê ragehand, 3 sebaz ji hêzên wî, 2 polîs û yek sivîl ji encama hêrişa serbazî ya Emerîkayê li şeva burî li parêzgeha Babil hatine kuştin û ev hêriş jî bi bipêkirina serwerîya Îraqê dazanîn

K24- Hewlêr

Sûpayê Îraqê ragehand, 3 sebaz ji hêzên wî, 2 polîs û yek sivîl ji encama hêrişa serbazî ya Emerîkayê li şeva burî li parêzgeha Babil hatine kuştin û ev hêriş jî bi bipêkirina serwerîya Îraqê dazanîn

Fermandarîya Operasyonên Hevpişik di daxuyanîyekê de evro ragehand, li demjimêr 1:00 şeva burî firokeyên cenhgîyên Emerîkayê hêriş kirin ser supayê Îraqê, Mixawîrên Firqe ya 19 û baregeha Heşda Şeibî û Fewca polîsên Babil li parêzgeha Babil ( li Cerfilnesir, Siêdat, behbehanî, sazîya Eşter û firokexane ya Kerbela ewa niha dihêt duristkirin li ser rê ya di navbera Kerbela û Necef).

Fermandarîya operasyonên hevpişik ragehand jî, ku ew hêriş bûye sedema kuştina 3 serbazên mixawîr û birîndarbûna 4ên din ji Firqeya 19 ya supayê Îraqê û dû ji wan rewşa tenduristîya wan necêgîre. Herweha kuştina dûyan û birîndarbûna dûyên din ji Fewca tengavîya polîsên Babil. Amaje bi wê yekê jî kirîye hêj termên wan li bin avahîyên ketî mane.

Herweha 5 çekdarên Heşda Şeibî jî birîndar bûne û karkerkê sivîl jî li firokexneya Kerbela hatîye kuştin û yek jî birîndar bûye. Ev ji bilî zîyanên madî ke tevaya avahîyan hatîne herifandin û ew çek û teqemenîyên wan jî ji nav çûye.

 Her di daxuyanîyê de hatîye, em evê hêrişê bi tundî şermezar dikîn û binpêkirina hevpişkîyê û hevpeymanîyê ye di navbera hêzên Îraqê û alîyên hêriş encam dayîne.

 Herweha hatîye: ev hêrişên Emerîkayê bi binpêkirina serwerîya Îraqê ye û wek bersivek bo hêrişa ser tacî hatîye, lê ev nabe çareser û bi vajî ve dibe sedema zêde xirabûna rewşê û hemû alîyan jî dixe di metirsîyê de.

Di dawîyê de hatîye, ev destdirêye, ti hevalbenîd û rêzgirgrtin bo serwerî Îraqê û selametîya ax, asman û hevwelatîyên wî têde nîne û derencamên wê bo hemû alîyan metirsîdar dibe; heke nehête kontirolkirin û hemû alî rêz li îrade û sîyasetên dewleta Îraqê negirin.

 

Çavkanî: RT