Rêveberê Tenduristîya Silêmanîyê: Bi sedan kes nehatîne Korentînekirin û têkelî xelkê bûne

Di konfiranseka rojanamevanî de, rêveberê Tenduristîya Silêmanîyê ragehand, bi sedan kes ku bi qaçax vegerîyane, nahatîne korentîne kirin û têkilî xelkî bûne.

K24- Hewlêr

Di konfiranseka rojanamevanî de, rêveberê Tenduristîya Silêmanîyê ragehand, bi sedan kes ku bi qaçax vegerîyane,  nahatîne korentîne kirin û têkilî xelkî bûne.

Got jî: Evê yekê rewş metisîdar kirîye.

Amaje bi wê yekê jî da, heya niha rewş li jêr kontirolê de ye û daxwaz dikîn kesên ku guman li ser wan hene peywendîyê bi tîmên tenduristîyê ve bikin.

Aşkera jî kir, ku rêkar dê bihên tundkirin û divê xelik pabend be.

Ragehand jî: Firokeyek hatîye Silêmanîyê gumalêkirî têde habûne, renge daxwaz ji kesên nav firokeyê bikîn ku pişkinînê bikin. Ew kesên ku peywendî bi gumanlêkirîyan ve heye, divê bikevin jêr çavdêrîyê.

 Daxwaz jî kir, ewên çûyîne tazîya wî mamostayî olî; serdana komîteyên pişkinînê bikin.