Berhem Salih burdûmana “bîyanîyan ” bo ser Heşda Şeibî û Sûpyê Îraqê şermezar kir

Serok komarê Îraqê, Berhem Salih, evro, Heynîy ragehand, hêrişa bîyanî bo ser hejmareka pêgehan di nav axa Îraqê de, ji wan jî firokexane ya Kerbela ku hêj di qonaxa duristkirinê de ye, şermezar dikîn.

K24- Hewlêr

Di beyannameyekê de, serok komarê Îraqê, ew hêriş bi bipêkirina serwerîya nîştîmanîya Îraq dazanîn û ragehand, arîşeyên ewlekarîyê bi piştîvanîkirina hikumeta Îraq daku erkên xwe bicih bike û şîyan û îradeya wê bihêz bibe û yasa biçespe, dihêne çareserkirin û nabe rê bihêt dan Îraq bibe qada şerê bi wekalet.