Li Silêmanîyê 7 haletên din yên Koronayê hatin tomarkirin

Li silêmanîyê heft haletên nû yên Koronayê hatin tomarkirin, ku yek ji wan ji Îtaliya vegerîya ye.

K24- Hewlêr

Li silêmanîyê heft haletên nû yên Koronayê hatin tomarkirin, ku yek ji wan ji Îtaliya vegerîya ye.

Şeş tûşbûyên din jî, kesûkarên wî hevwelatî ne ku bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dabû.

Ev di demekê de ye evro, rêvenberîya Tenduristîya Silêmanîyê hoşdarî da ji wê yekê ku bi sedan kes bi qaçax vegeryane û têkelî xelkê bûne û nahatîne korentînekirin. Amaje bi hebûna kesekê gumanlêkirî kir, ku bi rêya firokexaneya Silêmanîyê hatibû nav Silêmanîyê.