Îran bangewaza alîkariyê li cîhanê dike
Wezîrê derve yê Komara Islamî Mhemed Cewad Zerîf liser account a xwe ya twitterê bi bangewaziya – Bilez, daxwaza alîkariyê li cîhanê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku rewşa belavbûna Vayrosa Korona li Îranê gihiştiye astek metirsîdar, Wezîrê derve yê Komara Islamî Mhemed Cewad Zerîf liser account a xwe ya twitterê bi bangewaziya – Bilez, daxwaza alîkariyê li cîhanê dike.
Zerîf di twitt a xwe de dinivîse: “Karmendên hêja yên Îranê têkoşînek dijwar hemberî Vayrosa Korona (Covid-19) didin. Lê, çi jî bikin, kêmaniya dermanên sarêjî bandorek xerab dike û nikarin pêşî li vê Vayrosê bigrin. Vayros cudahiyê dinav mirovan de nake. Mirov jî, divê cewaziyê neke. Rê bidin, ew dermanên pêwîst bigihin Îranê”.
C.B